Sertîp Şikarçî: Sêkunca Emerîka, Îsraîl û Alê siûd dixwezin ku cîhanê bê ewleh bikin
Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê got:Sêkunca Emerîka, Îsraîl û Alê siûd dixwezin ku cîhanê bê ewleh bikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Ebulfezl Şikarçî, Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li merasima rêzgirtina ji şehîdên êrişên terorîstî yên Ehwazê li başûrê rajava Îranê û got: dijminan ji ber lawaziyê, rejîmên mîna Alê siûd û Alê Xelîfe ku pergaleke siyonîstî hene bi kar anîne da ku bêewlehiyê bibin hundirê welatên Îslamî.
Serdar Şikarçî destnîşan kir: Dijminên nizama Îslamî salê bi milyaran dular bona xurtkirina ruhiyeta eskerên xwe xerc dikin ku bikaribin li welatên derdora Îranê bimînin û ji ber ku neghiêştine armancên xwe, li halê talankirina heyîtiya welatên mîna Erebistan û îmaratê ne.
Berdevkê pilêbilind ê hêzên çekdar ên Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku dijminên gelê Îranê ji dema serketina Inqilaba Îslamî qet dev ji komployê bernedan û ji ber ku nedikarî raserast li ber Îrana Îslamî raweste, şêwazên din girt ber xwe.
22 Tebaxa 2018` an jî li encama êrişa terorîstî ji parkekê li kêleka lidarxistina merasima sanê ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Ehwazê, li başûrê rojava Îranê, terorîstan ber bi xelkê ve gulle avêtin ku li encama vê êrişê, 25 kes şehîd bûn û zêde ji 60 kes jî birîndar bûn.
Komên terorîstî yên DAIŞ`ê û El-Ehwaziyê ku ji aliyê Erebistan û Emerîkayê ve piştgirî dibin berpirsiyariya vê êrişê girtin istûyê xwe.
Piştî vê cinayeta terorîstî, sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, yekê cotmeha 2018`an , cihê kombûna terorîstên tekfîrî li rojhilata Firatê li Sûriyê bi mûşekan dan ber êrişê.