ÎranNûçeRojhilatanavin

Şerxwazên komeke têrorîst li rojhilata Îranê hatin girtin

گیرانی ئیکیپیکی تیرۆریستیی لە رۆژهەڵاتی ئێران

Wezîrê karên hundir ê Îranê ragihand ku şerxwazên komeke têrorîst li rojhilata Îranê hatin egirtin.

Wezîrê karên hundir ê Îranê, Ebdulreza Rehmanî- Fezlî îro anku pêncşemiyê, 21`ê Tîrmeha 2016`an, li civîna demsalî ya Mala Partiyan li Têhranê got: Du rojan berî niha tûnileke 40 mêtrî bi kûrahiya 20 mêtran li rojhilata Îranê hat peydakirin ku şerxwazên komeke têrorîst dixwestin çalakiyên xwe ji bo pêkanîna opêrasiyona teqîn û têrorîst bi awayê veşartî têda pêk bînin.

Li gorî gotina wezîrê karên hundir ê Îranê, 40 kes têkildarî vê yekê hatine girtin.

Heta niha hûrgiliyên zêdetir di vî warî da nehatine weşandin.

وەزیری ناوخۆی ئێران باسی لە گیرانی ئیکیپیکیی تیرۆریستیی کرد لە رۆژهەڵاتی ئێران .

 ” عەبدولرەزا رەحمانی فەزلی ” ، وەزیری ناوخۆی ئێران ئەمڕۆ پێنجشەممە لە کۆبوونەوەی وەرزیی ماڵی پارتەکان لە تاران راشیگەیاند : دوو رۆژ لەمەوبەر لە رۆژهەڵاتی ئێران تونێلێکی 40 مەتریی بە قووڵایی 20 مەتر دۆزرایەوە کە تاقمۆکەیەکی تیرۆریستیی بە نیاز بوون ئۆپێراسیۆنی تیرۆریستیی بە چەشنی ژێر زەمینیی تێدا بەڕێوەببەن.

بە وتەی وەزیری ناوخۆی ئێران 40 کەس لەو بارەیەوە گیراون.

وردیاتێکی زیاتر لەو هەواڵە بڵاو نەکراوەتەوە

(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu