Rayedarekî leşkerî li parêzgeha Enbara Iraqê ragiahnd ku hêzên iraqî şeş gund li rojavaya parêzgeha Enbarê hatin azadkirin.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr News`ê ji zarê Al Someria News`ê, vî rayedarê leşkerî yê Iraqê got: “Ev şeş gund Beyze, Bûbiye, Ceiberiye, Seme, Melîlî û Rûmiyeyê li rojavaya bajarê raweyê li 230 Kîlomitriya rojavaya bajarê Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê ne“.
Vî rayedarê iraqî ku nexwest navê wî were birin, her wiha got: “Hêzên iraqî ev gund piştî revîna çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ber bi çolê va hatin azadkirin.
Hêzên iraqî di duyem hefteya li pey hev da mijûlî azadkirina navçeyên rojavaya parêzgeha Enbarê ji bin dagirkeriya çeyetên koma têrorîst a DAIŞ`ê ne û heta niha karîne bajarê El Qaimê û tevahiya navçeyên girêdayî bi vî bajarî azad bikin û xwe ji bo azadkirina bajarê Raweyê ji bin dagirketiya vê koma çete û têrorîst amade dikin.
Li gorî nûçeyeka din, ji ber pêşdaçûna hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê û hêzên iraqî li du aliyên sînorê Iraq û Sûriyê ji deriyê sînorî yê Qaim – Bûkemalê heta deriyê sînorî yê Welîd – Tenefê ji du aliyan va, sînorê du welatan ji têrorîstên tekfîrî hatiye valakirin.
Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê Çarşemiya bihurî bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêra Zorê li rojhilata Sûriyê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.