NûçeFilistînLubnanRojhilatanavin

Operasyonên berxwedana Îslamî li dijî çeper û bicihkirina artêşa dijmin a Îsraîlê li ser sînorê Lubnan-Filistînê

Berxwedana Îslamî ji bo piştevaniya ji gelê bêrawestan ên Filistînê li zîvala Xezzeyê û ji bo piştgiriya berxwedana wan ya mêrxas û bi rûmet, roja înê 03-03-2019 li ser sînorê Lubnan û Filistînê çendîn operasyon li dijî çeper û bicihkirina artêşa dijminê Îsraîlê li dar xistin. 08-2024, li gorî jêrîn:

  • Sektora Rojhilat:

1- Saet 15:20’an de li rojhilatê herêma El-Semaqa ya li Girê Kfer Şûba yê Lubnanê ya dagirkirî kombûneke leşker û maşîneyên dijmin ên Îsraîlê bi çekên fuze û topan hate hedefgirtin.

2- Di saet 15:30’an de baregeha Ruweyset El-Alam a li girên Kefer Şûba yên libnanî yên dagirkirî bi çekên mûşekî hate hedefgirtin û rasterast derbek xwar.
– Sektora Rojava:

1- Saet 13:55’an de sewqiyata leşkerên Îsraîlê ya li derdora baregeha Rehîbê bi topên hawanê hate hedefgirtin.

2- Di saet 16:30’an de kombûneke leşkerên dijmin ên Îsraîlî li derdora cihê Celal El-Alem bi mûşeka “Feleq One” hate hedefgirtin û rasterast hate xistin.

3- Di saet 18:18’an de çeperên dijmin ên li Dişonê bi roketên Katyûşa hatin hedefgirtin, di bersivdayîna êrîşên dijmin ên li ser gund û malên sivîlan ên başûr de.

Başa dön tuşu