IraqNûçeRojhilatanavin

Şeşemîn karwanê leşkerî yê Amerîkayê li Iraqê kete ber êrîşê

Medyayên iraqî qala êrîşa li ser şeşemîn karwanê leşkerî yê Amerîkayê li rojavayê vî welatî kirin.

Kanala Sabirînê Îniyê bi şev ragihand ku karwanekî lojestîkî yê çekdarên amerîkî li parêzgeha Selahedîna Iraqê ketiye ber êrîşê û hin ziyan lê ketine.

Medyayên iraqî roja Îniyê qala pênc nêrîşan li ser karwanên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê kirin ku kêmmînak e.

Karwan û baregehên leşkerî yên Amerîkayê di mehên dawî bi caran ketine ber êrîşê.

Gelek ji komên iraqê û gelê vî welatî daxwaza derketina hêzên terorîst ên amerîkî ji Iraqê dikin û Parlimana vî welatî jî pêşnumayek derbarê derketina van hêzan pesend kiriye.

Başa dön tuşu