ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Hebûna me ya leşkerî di nav avên navneteweyî ji bo jinavbirina Îrantirsiyê ye

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê got: Hebûna me ya leşkerî di nav avên navneteweyî ji bo jinavbirina bandora propagandên li bara tirsandina welatan ji Îranê û dayîna peyama aştî û hevaltiyê ye .

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya  Îranê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî îro li gotûbêja xwe bi IRNA re got: Qahêm û îstemkirina pêwendiyên bi welatên cînar re, nimandina hêz û karîna deryayî ji hedefên din ên Hêza deryayî ya Komara Îslamî ya  Îranê ne.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî herwiha got:Hebûna hêzên deryayî ya artêşa Îranê di nav avên navneteweyî de li gor qayide û qanûnên navneteweyî ye.

Deryadar Seyarî anî ziman ku navgrûpa 44 ji Paporşikêna Elwend, papora Bûşêhr pêk tê ku ber bi Kendava Edenê bi rê ketiye.Deryadar siyarî go:t hedefeke din a vê kompaporê parastina ewlehiya gemiyên ticarî û niftkêşên îranî ye û girtina pêşiya êrişa cerdeyên deryayî ser wan.

Wî her wiha got: Piştî kendava Edenê ev navpapora dê ber bi Dereselamê li Tanzanyayê û başûra Oqyanûsa Etles û li dawiyê ber bi Dorbanê li Afrîqa başûrê bi rê keve.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya  Îranê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî îro tev hin fermande û kedkarên hêza deryayî bi minasibeta roja Hêza Deryayî çûn ser merqeda Îmam Xumeynî (RE) û soz dan ku armancên xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê bişopînin û cih bînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu