IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya serokwezîrê Iraqê ser dewama hevkariyên tev Sûriyê li şerê dijî terorîzmê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ser dewama hevkariya Bexdayê tev Sûriyê li şerê dijî terorîstan sekinî.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî bal kişande ser hizûra terorîstan li sînorên hevpare Iraq û Sûriyê û destnîşan kir: Êrişên hewayî yên Iraqê li nav axa Sûriyê bona jinavbirina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê cih tên û ev êrişên ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê bi hevkarî û hevahengiya dewleta Şamê cih tê.

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê li Mijdara sala 2017 li nameyek ji bo Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê, daxwaza hevkarî û hevahengiya Şam û Bexdayê li şerê dijî terorîzmê kir.

Wî destnîşan kir ku artêşa Sûriyê agehdariyên tam li ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa vî welatî heye û ev êrişên hewayî yên artêşa Iraqê dijî van pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê derbeyekî giran li van terorîstan xistiye.

Ebadî herwisa destnîşan kir: Para pirtire qumandên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê ne û para pirtire van qumandên terorîstan jî iraqî ne ku terorîstan perwerde dikin û dişînin nav axa Iraqê.

Ebadî li bara rewşa hundirî yê Sûriyê jî destnîşan kir: Bexda naxwaze xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê Sûriyê bike lê dixwaze kirîza vî welatî her çi zûtirkê çareser bike.

Wî got: Hêzên ewlehiya Iraqê bi tamî sînorên Iraqê tev Sûriyê xistine nav çavdêriya xwe û taxima dewleta Iraqê jî bûdceyekî taybet bona dabînkirina hewctiya hêzên sînorvaniya du welatan berçav girtiye.

Ebadî li bara meselên navbera Bexda û Hewlêrê jî got: Niha gelek ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê gihêştine vê bawerê ku riya herî baş a çareserbûna kirîzan rêketina tev dewleta Bexdayê ye.

Başa dön tuşu