FilistînNûçeRojhilatanavin

Komitîya hêzên ewlehîya Mehmud Ebasê li alê rojava 3 kes girtin

Komitîya hêzên ewlehîya Mehmud Ebasê li alê rojava 3 kes binçavî kirin. Hatiye ragihandin ku yek ji girtîyan doxtorê yek ji êsîrên berê yê.

Hêzên ewlehîya Hikûmeta Filistînê bi mehneya siyasî û bêhuqûqî bi dehan kes binçavî kiriyê û avetinê zindanan. Tê gotîn ku, girtîyên siyasî bo proteto kirina hikûmetê ketinê greva birçîbûnê. Ev greva 30 rojê dewam dike.

Hêzên ewlehîya Hikûmeta Filistînê li El-Xelîlê êrîşê mala Mücahid El-Hur’u Surifê êsîrê berê kirin û El-Hur’u Surifê binçav kirin.

Disa hat ragihandin ku, Hêzên ewlehîya Hikûmeta Filistînê  li hêrema Dura yê Dr. Iyad Selame El-Fakih binçav kirin.

Komitîya hêzên ewlehîya Mehmud Ebasê li El- Cenînê Ala Ebu Salih ê endama ofîsa Enformasyon Hizbuttahrîrê li mizgeftê girtin û binçav kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu