CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Selamî: Şarlatanbaziya Amerîkayê nikare itibara nizama îslamî kêm bike

Cîgirê fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bal kişande ser vê yekê ku Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê, şarlatan e û pûç diaxive û destnîşan kir: Şarlatanbaziya Amerîkayê nikare hitbara nizama îslamî kêm bike.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serdar sertîp Hisên Selamî, roja sêşemiyê li rêûrisma vekirina dewrên perwerdehiyê yn xwendekarên Zanîngeha Deryayî ya Îmam Xamineyî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li Reştê li bakûra Îranê, got: Şarlatangeriyên zorbêjan û di serê wan de berpirsên amerîkî bi taybet Trump, qet nikarin mezinahî û iqtidara gelê îrana îslamî û şiyana leşkerî û berevaniya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî kêm bikin.

Sertîp Selamî bi raberkirina analîzekê ji pêvajoya kêmbûna berbizêdebûnê ya serdestiya Amerîkayê di nava welatên curbicur û bi taybet saziyên navneteweyî û herwiha got: Îro rojê heta gelek welatên rojavayî jî dijayetiya xwe ya li hember zêdegaviyên serokkomarê Amerîkayê nîşan didin ku guhertina bingehîn li rewşa siyasî ya cîhanê nîşan dide.

Cîgirê fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, bal kişande ser vê yekê ku istikbar jiber nekêrhatîbûna di warê gefên leşkerî yên dijî Îranê û şerrê aboriyê daniye ser destûrxebata xwe û destnîşan kir: Tenê rêya sekinîna li hember boykot û astengiyên pereyî û aboriyê yên Amerîkayê, hewldana jibo serêxwegirtina aşkera ya rênimûniyên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî di çarçoveya aboriya li ser bingeha berxwedanê da ye.

Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê, 13`ê Cotmeha vê mehê bi dubarekirina tawanên pûç ên gelê Îranê, îdia kir ku Îran pişta terorîsmê digire û Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku roleka bingehîn li şerrê dijî terorîstên ku ji aliyê Waşîngtonê ve li Sûriye û Iraqê pişta wan tê girtin, hebûye, xiste nav lîsteya boykotên xwe yên nû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu