IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban cardin ragihandin ku mudaxilên Tirkiyê li Başîqê şermezar dikin û divê kuta bibe

Li gorî rapora Fars Newsê,  Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iarqê û Ehmed Ebû -El-Xeyt sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li Bexdayê civîneke rojnamevaniyê ya hevpar li dar xistin.

Li gorî rapora  kanala  Al-Jazeera, El-Ceferî got : Em  hêvî dikin ku Yeketiya Ereb li rawestana li ber terorîzmê li kêleka Iraqê raweste.

Wî li dewamê got : Helwêsta yekgirtî ya erebî li dijberiya li hember mudaxila Tirkiyê li Başîqayê peyameke bihêz bû bo piştgiriya ji Iraqê.

Ebû El-Xeyt jî got ku  Yekitiya ereban ji Iraqê piştgiriyê dike û çend caran li dijî mudaxila Tirkiyê li Başîqayê rabûye.

Wî destnîşan kir: Hin pirsgirêk li bara vegeriyana  Sûriyê bo nav Yekitiya Ereban heye û ez bawer im ku ev mijara  piştî çareserkirina biaşitî dê safî bibe.

Hêzên Tirkiyê çend mehan pêştir bi mehana perwerdekirina hêzên kurd derbasî navça Başîqayê li bakurê iarqê bûn û hîn jî ji vê navçê derneketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu