IraqNûçeRojhilatanavin

Hejmarek ji revandiyên êzdî di malên terorîstên DAIŞê de hatine veşartin

Rêveberê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî li Duhokê diyar kir, zanyarî di dest me de hene ku hin revandiyên êzdî li Iraqê di malên terorîstên DAIŞê de hatine veşartin.

Rêveberê ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî got: ‘’Hindek ji revandiyên êzdî di destê terorîstên DAIŞê yên li axa Iraqê de ne, hindek jî bo dewletên din hatine birê kirin. Zanyarî di dest me de hene hejmarek revandiyên êzdî hîn di axa Iraqê de ne.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu