AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina berhemên ne-niftî yên Îranê bo Ewropayê zêde bû

Gumruka Komara Îslamî ya Îranê li bara zêdebûna firotina kelûmelên ne-niftî yên Îranê bo Ewropayê agahî da.

Li gorî ragihandina Gumruka Komara Îslamî ya Îranê nirxa derfirotina berhemên ne-niftî yên Îranê bo Yekitiya  Ewropayê (YE) ji meha Nîsanê heya Tebaxa îsal gihêşte 643 milyon û 333 hezar dularî ku 109 milyon û 533 hezar dular zêdetir ji par e.

Li salên boykotê derfirotina Îranê bo Ewropayê kêm bûbû lê li mehên derbasbûyî peywendiyên vê dawiyê yên ticarî navbera du aliyan pêvaojiyeke ber bi pêş girtiye ber xwe.

Li gorî vê raporê, Îtaliya bikirra herî giring a kelûmelên  îranî li Ewropayê ye bi curekê ku ji destpêka Nîsanê heya dawiya Tebaxa 2016`an nirxa derfirotina kelûpelên  Îranê bo wî welatî 261 milyon û 517 hezar dolar bûye; Li halekî ku  li sala 2015`an ev  asta 226 milyon dolar bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu