CîhanNûçe

Kolanên Amerîkayê hîn ji neraziyên serokkomariya Trump tijî ne

Bi hezaran kes ji xandevanên lîseyê, şeş rojan piştî serketina Donald Trump, li hilbijartina serokkomariya Amerîkayê, bona nîşandayîna nerizamendiya xwe li hember encamên hilbijartinê, sinfên xwe yên dersê terikandin û xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora ISNA`yê, xwendevanên lîseyan ên li eyaletên Kalîfornya, Klorado, Mêrîlend û eyaletên din ên Amerîkayê, di van xwenîşandanên nîgeraniya xwe ji ber axiftinên Trump li ser kêmîneyan û bandora wê ya muhtemel ser çandên biçûk, nîşan da.

Li rojhilatê Losancêlêsê, zêde ji hezar xwendevan ku para zêde ya wan Latîn in, roja duşemiyê, dibistan terikandin û û li derveyî polan nerizamendiya xwe li hember Trump diyar kir û xwenîşandan li dar xistin.

Xwendevan di van xwenîşandana de hin plakard rakiribûn ku di wan de nerizamendiya xwe li hember siyasetên Trump li hember koçberan diyar kiribûn. Ev xwendevan li xwenîşandanên xwe gotine ku rexneyên Trump ji Latînan, bi awayekî rasterast bêhurmetiya li wan e.

bi sedan kes ji xwendevanan ji bi dehan dibistanên li Oklendê jî bi amadenebûna li polên xwe yên dersê, tevlî pêla xwenîşandanan bûn.

Nêzî 200 xwendevanên lîseyan jî bona nîşandana nerizamendiya li hember bijartina Trump, li halekê polêsn xwe yên dersê terikandin û daketin kolanan ku diqîriyan dengê kesên ku li hezarsaliay sêyem hatine dinê, girîng e. Bi hezaran kes ji xwendevanên li seranserê Siyatêlê jî bi daketina li kolanan, dirûşmeya Trump serokkomarê min nine, didan.

Ji bilî xwendevanan, bi sedan kes ji xelkê nerazî yên li New York`ê, bi meşa ber bi cihê mayîna Trump, hin dirûşme dijî wî digotin.

bi sedan kes jî li Sanfransîsko, Fîladêlfya û Oklendê kom bûn û nerizamendiya xwe ya li hember encamên hilbijartina heştê Mijdarê ragihandin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu