NûçeSûriye

Dorpêçbûna terorîstan li rojhlata Helebê tengtir dibe

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama operasiyona azadkirina bajarê Helebê xeleka dorpêçkirina terorîstan li rojhilata vî bajarî tengtir kirin.

Televîziyona Al-Alamê ragihand ku artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê îro nêzîkî meydana Beyîdînê li rojhilata Helebê bûn.

Hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê herwiha ber bi deverên Enzarat û Mesakin Henano ya Helebê bi pêşve diçin û li vê çarçovê de karîn riyên piştgiriya ji terorîstan qut bikin.

Kêm maye ku hêzên Sûriyê deverên bin destê terorîstan li Helebê azad bikin û vî bajarî bitûm bêxin bin destê xwe .

Li gor vê nûçeyê heya niha nêzîkî 200 kesên sivîl karîne ji deverên rojhilata Helebê derkevin.

Waliyê Helebê Husên Debab jî ji mirovên çekdar ên li Helebê xwest ji derfeta efûyê ya serokomarê Sûriyê Beşar Esed sûdê wergirin û xwe teslîm bikin.

Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê êrişî ser devera El-Zehret El-Aliye li bakûra parêzgeha Hemayê li rojavayê Sûriyê kirin û gelek ji terorîstên li wir kuştin û birîndar kirin.

Rayedarên leşkerî yên Sûriyê herwiha gotin ku artêşa Sûriyê kariye çiya û baniyên Neqarê li Quneyterê li başûra Sûriyê azad bikin.

Li vê navberê de terorîstan bi gullên hawanê deverên xelknişîn ên bajarokên derdora Quneyterê bombebaran kirin ku di encamê de sivîlek hate kuştin û herî kêm 9 kes jî birîndar kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu