ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê li koma 5 welatên berhemînerê sêromdermanan cî girtîye

Serokê navenda lêkolînên vaksenê û sêromçêkirinê ya Razîyê ya Îranê got: Bi saya sêromên dermanî yên dermankirina birînên kesên marê yan dûvpişkê bi van vedaye ku li vê navendê hatine sazkirinê, Îranê di vî warî da li rêza 5 welatên sereke û pêşeng ên cehanê cih girtîye.

Hemîd Kehram, serokê navenda lêkolînên vaksen û sêromçêkirinê ya Razî`yê bi pêkutîya li ser koalîteya gellekî bilind a sêromên dermanî yên vê navendê got: Hemî vaksenên ajel, dewar û firindeyan ên Îranê li Navenda Lêkolînên Dermanî ya Razî`yê tên berhemanînê.

Hemîd Kehram herwiha bal kişand ser pêvajoya berhemanîna vaksena feleca zarokan li Îranê û bibîr xist: Kêmtir ji 10 welatan li dinyayê dikarin vê vaksenê berhem bînin ku bi berhemên Navenda Razî`yê, Îranê li rêza wan welatan cih girtîye.

Wî herwiha got: Navenda lêkolînên vaksen û sêromsazîyê ya Razî`yê li warê berhemanîna vaksenan û berhemên bîyolojîk li halê pêşketinên berfire ye.

Navenda lêkolînên vaksen û sêromsazîyê ya Raz`îyê li parêzgeha Elbrozê li rojavaya Têhranê ye û salê zêde ji 3.5 milyard doz berhemên curbicur ên bîyolojîkê berhem tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu