IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina tam a rojhilata Mûsilê

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê azadkirina tevahiya aliyê çepê yê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ragihand.

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê Ferîq Rukin Talib Şixatî îro li konferanseke rojnamevanîyê ragihand, tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê (Aliyê çepê yê çemê Dîcleyê) ji çekdarên DAIŞ`ê hatin paqijkirinê.

Şixatî aşkere kir û got:  “Di operasyona kontrolkirina Mûsilê de zêdetir ji 3 hezar û 300 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin. 300 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞ`ê hatin pûçkirinê û dikarim bêjim şerekî pak birêve çû, ji ber ku hêzên Iraqî karîn li gor karînên xwe xelkê sivîl biparêzin û rê nedan ku hejmareke mezin ji sivîlan bibin qurbaniyên şêrr. Di demekê de ku çekdarên DAIŞ`ê xelkê sivîl wekî mertalên mirovî bikar dianîn.”

Şixatî derbarê cudahiya şêrr li rojhilat û rojavayê Mûsilê de got: “Piraniya navendên girîng yên DAIŞ`ê, cihên çêkirina mayîn û bombeyan, hejmara mezin ji rûniştvanên bajêr û îşkencekirina xelkê li rojhilatê bajêr bûn. Heger bala xwe bidinê di van rojan de pêşketinên me bileztir bûbûn, ji ber ku DAIŞ li taxên sereke hatibû têkşikandin.”

DAIŞ`ê roja 10 Hizêrana 2014`an dest danî ser Mûsilê. Operasyona qonaxa yekem a kontrolkirina Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016`an bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dest pê bû.

Pêşketinên hêzên Iraqî di çarçova qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê de di roja 20 Berçileya 2016`an de destpê kir û tevahiya taxên aliyê çepê yên bajarê Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê hatin azadkirinê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu