IraqNûçeRojhilatanavin

Nasandina navên kabîna Heyder El-Ebadî sibê

Serokwezîrê Iraqê li roja dawiyê ya mohleta kivşkirî ji aliyê parlemanê, navên kabîna teknokirat ên xwe dide nasandin .

Li gorî rapora televîzyona El-Iraqiyê, nivîsgeha serokwezîriya Iraqê roja çarşemiyê ragihand ku sibê Heyder El-Ebadî dê nijyara kabîna nû ya xwe dê raberî parlemanê bike û nunerên parlemanê divê li bara dewama reforman ji wan serrastkirina kabînê helwêsta xwe kivş bike .

Nivîsgeha serokwezîriya Iraqê ragihand ku Heyder El-Ebadî dixwest ku ev meseleya were kivş kirin hin kes li halekê ku li medyan piştgiriya reforman dikin di pratîk de li ber guherînan rawestane .

Parlemana Iraqê heya roja pênşemiyê derfet dabû Heyder El-ebadî da ku endamên cîgir bo serrastkirina kabîna xwe wek kabîna fensalaran bide nasandin .

Serokê parlemana Iraqê got ku El-Ebadî an divê taybetmendiyên guncan bo nijyara nû ya dewletê bi armanca kontrolkirina qeyranên vê gavê raber bike û li gorî wê fraksiyonên curbicur ên parlemanî jî beşdar bike an ku dewleteke teknokirat ava bike . (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu