ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Şertê Ensarulahê jibo destpêkirina muzakireyan

Tevgera Ensarulah a Yemenê ragihandîye ku heke êrişên Erebistanê ser Yeemnê bên sekinandinê û her du alî bixwazin muzakirê bikin, yê gotûbêjan destpê bike.

Li gorî rapora malpera nûçan a Ehd`ê, Salih Semad serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê ragihand: “ Me biryar daye di çarçova pêkanîn û ragihandina delweta netewî da pêngavan rakin, helbet derîyê gotûbêja ligel alîyê himber heke ew alî bixwaze, vekirî ye.“

Semadi hervisan got: Heta dema ku dijmin êrişên dijî me didomîne, mafê me ye em pêngavan jibo bihêzkirina bereya navxweyî rakin.

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê li bara plana wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Can Kêrî jibo çareserkirina qeyrana Yemenê jî got: Armanca wezîrê karên derve yê Amerîkayê têkildarî vê pêşnîyar û planê, kontrolkirina Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê di warê rakirina pêngavên sîyasî yên nû ye, pêngavên ku heke bên rakirinê, dikarin hêza bereya navxweyî ya me li hemberî êrişên dijminan bihêz bikin.

Can Kêrî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja pêncşemê piştî hevdîtina tev hevtûşên xwe li Civata Hevkarîya Kendava Farsê û Ingilîsê, li dawîya civînekê li bajarê Ceddê planek jibo çareserkirina qeyrana Yemenê raber kir.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li plana xwe idia kiribû ku mûşekên Ensarulahê û artêşa Yemenê, gefek li dijî Erebistanê, navçê û Amerkayê ne. Wî hervisan Îran tawanbar kir ku mûşekan dide Ensarulahê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu