NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê baregehên têrorîstan xist

Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê bi êrîşên hewayî û bejahî baregehên komên têrorîst ên DAIŞ û Bereya Tehrîra Şamê li navçeya Hecer Eswedê û Kampa Yermûkê li başûrê Şamê kirin armanc.

Êrîşên artêşa Sûriyê û Bereya Berxwedanê piştî bêencambûna gotûbêjên ji bo derketina komên têrorîst ji navçeya Hecer Eswedê û Kampa Yermûkê li başûrê Şamê ji heftiya bihurî va dest pê bû û di vê heyamê da bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞê û Tehrîra Şamê hatine kuştin.

Navenda ragihandina şêrr a Sûriyê ragihand ku li bereberê destpêbûna opêrasiyona leşkerî ji bo bidwîanîna hebûna têrorîstan li parêzgehên Hums û Hemahê, helîkopterên artêşa Sûriyê bi weşandina hin daxûyaniyan li esmanê derdora bakurê Humsê û başrûê Hemahê ji welatiyên asayî xwestin ku baregerhên têrorîstan biterkînin.

Artêşa Sûriyê li vê daxûyaniyê soz daye ku alîkariyên xwarek û pizişkî ji bo tevahiya welatiyên asayî ku baregehên têrorîstan biterkînin, dabîn bike.

Hin komên têrorîst gundên derdroa Hums û Hemahê dagir kirine ku koma herî mezin a wan Koma Tehrîra Şamê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu