ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana gelê Hudeydê li dijî Erebistana Siûdî

Gelê parêzgeha Hudeyde ya Yemenê bi nîşana nerazîbûna li hemberî dewama cinayetên hevalbendîya zorbêj a Seûdî li Yemenê, xwenîşandanek li dar xistin.

Gelê parêzgeha Hudeyde ya Yemenê duh danê êvarê bi nîşana nerazîbûna li hemberî dewama cinayetên hevalbendîya zorbêj a Seûdî li Yemenê, xwenîşandanek li herêma Munîrê li dar xistin û bi durişman Amerîka û Erebistan şermezar kirin.

Xwenîşanderan bi şermezarkirina cinayetên rêjîma Seûdî di warê kuştina gelê Yemenê de, xwestin ku cinayetên Seûdîyan û hevgirtîyên wê yên li dijî gelê bê berevan ê Yemenê zûka bên sekinandin.

Balafirên cengê yên hevalbendîya Seûdî di 24`ê Cotmehê de li devera Mesûdî ya şarê Beyt Feqîyê ser bi parêzgeha Hudeydê êrişî bazarekê kirin ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Başa dön tuşu