ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê di nav sê salan da 38 hezar û 500 kesên sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne ku 2 hezar û 940 kes ji kuştiyan zarok bûne û du hezar û 60 kes jî jin bûne

Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê, li raporekê bi minasibeta destpêbûna çaremîn sala êrişa leşkerî ya Rejîma Siûdî û hevgirtiyên wê ser Yemenê, ragihand: Di encama vê êrişa sêsalî de 38 hezar û 500 kesên sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê, li raporekê bi minasibeta destpêbûna çaremîn sala êrişa leşkerî ya Rejîma Siûdî û hevgirtiyên wê ser Yemenê, ragihand: Di encama vê êrişa sêsalî de 38 hezar û 500 kesên sivîl hatine kuştin yan jî birîndar bûne ku 2 hezar û 940 kes ji kuştiyan zarok bûne û du hezar û 60 kes jî jin bûne.

Nêzî 300 hezar kesên sivîl ên yemenî jî ji ber encamên nerasterast ên êrişa leşkerî ya ser Yemenê, canê xwe ji dest dane.

Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê, destnîşan kir, 247 hezar zarok ji ber xwerinên nebaş û 17 hezar û 608 zarok jî ji ber vê yekê ku birina van bo derveyî welêt ji bo dermankirinê, nepêkan bû, canê xwe ji dest dane.

Destdirêjkerên ser Yemenê 600 mizgevt û 291 binavahiyên geştyariyê kavil kirine û derbe li 393 cihên kevnare û dîrokî li Yemenê ketiye.

Wezarta mafên mirovan a Yemenê, herwiha ragihand, êrişkerên siûdî, 400 binavahî û kanalên peywendiyên dewletî û sivîl û herwiha 420 binavahî û hêzgehên ceryanê û herwiha 450 cîgehên ardûyê, niftkêş û gazê di mideha sê salên buhurî de kavil kirine.

Herwiha 2.5 mîlyon xwendevanên dibistanan  û xwendekarên zanîngehan li Yemenê di encama êrişa siûdiyan û hevgirtiyên wê ser vî welatî, naçine dibistan û zanîngehan.

Erebistan bi piştgîriya Amerîka û Mîrekên Yekgirtî yên Ereb û çend welatên din, ji Adara 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û hevgavê vê yekê ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu