NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokâ berxvedarîyê Sûriye yê Beşşar el Esed: Wê Heleb bibe goristana têrorîstan

Serokoamrê Sûriyê li axaftina xwe li parlimana vî welatî got: Heleb wê bibe goristana têrorîstên bin piştgiriya biyaniyan.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Press TV`yê, serokomarê Sûriyê, Beşar Esed roja sêşemiyê, 7`ê Hezîrana 2016`an, bi gotina viya ku gelê Sûriyê li hemberî zilm û siteman berxwedêr e û kiryarên têrorîstî dê yekîtiya gel ji nav nebe, her viha got: Gelek ji welatiyên sûrî ji wan rûniştiyên bajarê Helebê li hemberî êrîşên dijberan li ber xwe didin.

Serokomarê Sûriyê got: Dijberên sûrî li ser fermana erbab û axayên xwe ji bo gotûbêjan çûn Jênêvê û xwe wek nûnerên gel dan nasandin, li halekî ku ewna kêmtir ji wiya ne ku nûnerêîn gelê Sûriyê bin. Ewna hertim li otêleke din diman û li benda fermana erbabên xwe bûn. Rojeva wan civînan diyar nebû û ji Riyazê û derên din li wan dihat dîktekirin.

Esedî her viha got: Ewna negihîştin xwestekên xwe, loma paşve kişiyan û ji gotûbêjan derketin. Wan bi eşkeretî piştgiriya xwe ji çeteyan nîşan dan û şer û pevçûn gurr kirin. Êrîşî ser nexweşxaneyan kirin û jin û zarok kuştin.

Serokoamrê Sûriyê destnîşan kir: Destpêka her cûre pêvajoya siyasî eger ku têrorîsm ji nav neçe, wê tişteke bêwate be.

Wî bi gotina viya ku pêşniyarên raberkirî bo nûnerên dewletê li gotûbêjên Jênêvê tenê wek dafikê bûn, got: Em ê îznê nedin ku dijmin xwestekên xwe li ser me bisepînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu