ÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî hevderdiya Îranê bi dewlet û netewê Hindustanê diyar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hevderdiya Îranê ji ber qezaya ji rêderketina trenê û mirina gelek ji rêwiyên wê tirenê hevderdiya dewlet û netewê Îranê tev dewlet û netewê Hindustanê diyar kir.

Li gor ragihandina malpera wezareta derve ya Îranê berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî ji ber qezaya ji rêderketina trenê û mirin û birîndarbûna bi sedan kesan ji ber vê bûyerê  hevderdiya dewlet û netewê Îranê tev  dewlet û netewê Hindustanê diyar kir û ji wan û malbatên goriyan re sersaxî xwest û bona birîndaran jî daxwaza selametî û tendirustiya zûtir kir.

Îro serê sibehê Treneke Hindustanê li nêzîkiya bajarê Kanporê li eyaleta Otarperadêşê ji ser rêlê derket ku heya niha 91 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne. Berpirsên nexweşxanê li eyaleta Otarperadêşê jî ragihandine ku rewşa tendirustiya 60 kesan xedar e û muhtemel e ku hejmara miriyan ji ber vê bûyerê zêde bibe.

Li rojê de zêde ji 20 milyon kes li Hindustanê ji riya trenan tên veguhestin û bîlançoyên fermî eyan dike ku li sala 2014 bi tenê 25 hezar kes ji ber qezayên trenan li vî welatî de jiyana xwe ji dest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu