ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sermayedarên Herêma Kurdistana Iraqê hez dikin sermaya xwe li Îranê bikar bînin

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê ji hezkirina sermayedarên Herêma Kurdistana Iraqê bona xebitandina sermaye li Îranê bi taybet li parêzgahên sînorî yên Îranê xeber da.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Sedullah Mesûdiyan Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê duh pêncşemê li odeya bazirganiyê ya parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê got: Heta niha 4 heya 6 sermayedarên Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê dixebitin û gelek ji sermayedarên din ên vê herêmê jî dil hene sermaya xwe bînin Îranê û bikar bigirin.

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê ragihand ku li rewşa niha gelek projeyên nîvîbûyî hene yan çêkirina her projeyek li nav Îranê hatiye rawestandin, divê ew ji sermayedarên iraqî re ku hezdikin li Îranê bixebitin werin nasandin.

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Solêyîmaniyê bal kişande ser zirûfên parêzgeha Kirmanşanê bona sermayedanîna biyanî û bi taybet bo sermayedarên Iraqî ku dil hene sermaya xwe li Îranê bidin xebatê û got: Li parêzgarê Kirmanşanê nivîsgehek bona hêsankariyê pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu