IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Em qet qebûl nakin Kerkûk tenê ya etnîkekî li Iraqê be

Serokwezîrê Iraqê li axavitinekê di çarçova propaganda hilbijartinan de li Kerkûkê got: Em qet qebûl nakin Kerkûk tenê ya etnîkekî li Iraqê be.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li axavtinekê li şarê Kerkûkê ku di çaçrova propaganda hilbijartinan a ji bo Hevalbendîya Al Nesrê de pêk hat, herwiha got: Kerkûk ya ereb, kurd, tirkman, misilman, mesîhî û etnîk û kêmîneyên din ên Iraqê ye û em qet qebûl nakin ku tenê ya etnîkekî be.

Ebadî bal kişand ser vê yekê ku tifaqa iraqîyan bû sedema serketina li hemberî DAIŞ`ê û got: Rêberên welatên cîhanê fikir dikirin ku Iraqê bi êrişa DAIŞ`ê, idî kutabûyî yê zanîn.

Serokwezîrê Iraqê herwiha pêgirî kir ku dewleta Iraqê tu cidatîyekê ji hêla dîn û mezhebê va naxe navbera welatîyên iraqî û bala xwe dide ser hemî iraqîyan, ji ber ku dewrana zilim û gornên komkî li welêt idî nemaye.

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku hemî iraqî çi eşîr, çi artêş û herwiha hêzên Pêşmerge ku li derdora Kerkûkê bi cih bibûn, ji bo têkbirina têrorîstên DAIŞ`ê serferber bûn û mil bi milê hev ji bo azadkirina deverên Iraqê têkoşîyan.

Başa dön tuşu