IraqNûçeRojhilatanavin

El Ebadî: Heşda Şebî têk naçe

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî, destnîşan kir ku hêzên Heşda Şebî ya li Iraqê qet têk naçin û ev hêzana wê di bin serokatiya hakimiyetê û merceiyeta olî ya vî welatî de bibin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera nûçeyan a Sûmeriye News`ê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê li axiftina xwe ya li civîna “Fetwaya Cihad û serketinê“ li Bexdayê got: Hêzên Heşda Şebî yên li bin çavdêriya merceiyet û hakimiyeta Iraqê, wê tu caran têk neçe û ev hêzana hêzên vî welatî ne.

Wî li dewamê herwiha got: Hin kes pêgîriyê dikin ta ku hemî hêz li operasyona azadkirinê beşdar bibin. Serketin jibo hemiyan e û mafê tu kesî nîne ku wê ya xwe bizanibe.

El Ebadî Destnîşan kir: Divê em bala xwe bidin ser malbata şehîdan û hin kombûna têkildarî wan pêk bînin jiber ku serketina li hember DAIŞ`ê, bi hevkariya hemî iraqiyan serê xwe girt. Iraq bi rêya azadkirina Mûsilê, mezinahiya DAIŞ`ê ji nav bir û amadetiyên jibo azadkirina Tileferê hîn hene. Qonaxa tê ya piştî azadkirina axa Iraqê, wê qonaxa yekbûnê be.

Berî niha Muqteda Sedr, serokê Tevgera Sedrê, ji Heyder El Ebadî xwest ta ku hêzên Heşda Şebî ku rêkûpêk bûne, tevlî hêzên çekdar ên fermî yên Iraqê bike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu