IraqNûçeRojhilatanavin

Di du rojan de 60 DAIŞî hatin kuştin

Di çarçoveya operasyona rizgakirina Mûsilê de li herêmê di heyama 2 rojan de 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şer û pevçûn  li daristanên Mûsilê  berdewam e û hêzên iraqî jî piştî kontrolkirina çend taxan hewla kontrolkirina hemû navçeya Xabat didin.

DAIŞê li geraja Şimal berevaniyeke tund kir lê navçe ji dest da, ev di demekê de ye ku di du rojên derbasbûyî de 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hêzên ewlehiyê yên Iraqê gihîştin nav Mezargeha Nebî Yûnis a li bajarê Mûsilê û ewder bi temamî kontrol kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu