ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Dêhqan: Ewlehiya Iraqê ewlehiya Îranê ye

Wezîrê berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê, ewlehiya Iraqê hema weke ewlehiya Îranê da zanîn.

 Serdar sertîp Hisêyn Dêhqan roja şemiyê li hevdîtina serleşkir Irfan El-Hiyalî wezîrê berevaniyê yê Iraqê li Têhranê got: Komara Îslamî ya Îranê yê piştgirî û hevkariyên xwe bi dewlet û gelê Iraqê re bidomîne û hemî hêzên xwe yên siyasî, aborî û eskerî yên xwe li kêleka  şiyanên Iraqê jibo pêkanîna  ewlehiya mayînde li vî welatî û Iraqeke biqawet bixebitîne.

Serdar sertîp Dêhqan yekperçetiya  erdê û yekperçetiya  neteweyî li Iraqê weke garantiya aramî û ewlehî û parastina  berjewendiyên hemî qewm û etnîkên Iraqê da zanîn û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê liv û tevgerên nehevdeng li Iraqê qebûl nake.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê herwiha bal kişand ser piştgiriya hin welatên navçê ji terorîzmê û hevkariya tev Emerîka û Rejîma Siyonîstî jibo pêkanîna  bêewlehiyê li navçê û got: Divê lihevkirineke navçeyî  û cîhanî  li dijî terorîzmê û alîgirên wan hebe ta ku mirov bikaribe li bara kokbirrkirina terorîzmê hêvîdar bibe.

Serleşkir Irfan El-Hiyalî wezîrê berevaniyê yê Iraqê jî li vê hevdîtinê ji piştgiriyên  dewlet, gel û hêzên çekdar ên Îranê ji Iraqê jibo rawestana li ber terorîzmê spasî kir û destnîşan kir: Iraq bi sekinîna  ser ezmûnên  berê li dû pêşerojeke geş û ronî e.

Serleşkir El-Hiyalî got ku nihêrîn, armanc û berjewendiyên  hevpar ên Îran û Iraqê rewşê jibo berfirehkirina  peywendiyên du welatan  xweş dikin û ser berfirehkirina  zêdetir a hevkariyên  berevanî-eskerî yên Îran û Iraqê sekinî.

Wezîrê berevaniyê yê Iraqê siba roja şemiyê bi taximeke berevaniyê re ser deweta fermî ya wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê sefera Têhranê kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu