CîhanNûçe

Kolombiya peymana nû ya aştiyê erê kir

Peymana aştiyê ya di navbera FARC (Hêza Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê) û hikumetê ji aliyê 130 endamên Parlementoya Nûneran ve hate pejirandin.

Li gorî peymanê çekdarên FARCê yên ku hejmara wan bi qasî 7 hezaran e wê ji kampên xwe yên li daristanan derkevin û çekên di destê xwe de di nava 6 mehan de radestî Neteweyên Yekbûyî bikin û ji xwe re partiyeke siyasî ava bikin.

Bo peymanê di meha cotmehê de referandumek hate lidarxistin lê bi 50.2 dengan hate redkirin. Li ser vê yekê bi qasî 50 xalên peymanê hate guherîn û peyman ji nû ve hate pêşkêşkirin. Herwiha ne hewce bû ku referandûmeke din bê lidarxistin. Serokê Dewleta Kolombiyayê  Juan Manuel Santos, ragihand ku wê pêvajoya çekdanîna bi hezaran çekdarên FARCê di demeke nêz de dest pê bike.

Sergotûbêjkerê hikumetê Humberto de la Calle beriya dengdayînê, diyar kirbû û gotibû ku peyman ‘qirofek’ e û ji parlementeran xwestibû ku ew peymanê bipejirînin. Hêjayî gotinêye ku şerê di navbera Kolombiya û FARCê bi qasî 50 salan dewam kir û di encamê de 260 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û 60 hezar kes hatin windakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu