ÎranNûçeRojhilatanavin

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) îdiayên Nêtanyahû dijî Îranê derew dan zanînê

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) destnîşan kir ku tu nîşaneka pêbawerî ku nîşan bide bernameya atomî ya çekdarî lio Îranê heye, tune.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê ji Viyenê, Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) îro anku Sêşemiyê wek berteka li hemberî gotinên şanokî yên Benyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku Îranê tu çalakiyek têkildarî çêkirina çaşniya teqînê ya atomî pêk neaniye.

Nêtanyahû Duşemiyê bi şev li şanoyeka propagandayî ya nû hejmareka wêne, CD û kaxaz li ber kameraya têlêvîziyonê nîşan dan û îdia kir ku Îranê bernameya xwe ya nihênî bo çêkirina çekên atomî heye.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bêyî amajeya bi ambarkirina bi sedan kumikên atomî li ambara xwe ya çekên navokî, îdia kir ku Îranê piştî îmzekirina Lihevkirina Atomê ji cîhanê ra derew gotiye û hewildana xwe ji bo veşartina bernameya çêkirina çekên atomî çalaktir kiriye.

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) li daxûyaniya xwe destnîşan kirye ku ajansê hertim tevahiya zanyariyên têkildarî padmanê li bara îranê bi şêwazên standard nirxandine.

Vê daxûyaniyê amaje bi nirxandinnê berdewam ên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) ji çalakiyên navokî yên Îranê bi taybet ji Kanûna sala 2015an va li çarçova Lihevkirina Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1`ê kiriye; Nirxandinên ku li ser esasa wan Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî (IAEA) li tevahiya raporên xwe di vê heyamê da, sozdariya Îranê li warê Lihevkirina Atomî piştrast kiriye.

Başa dön tuşu