BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Mehkemekirina şêx Îsa Qasim kete meha Îlonê

وەخرانی دادگەیی شیخ عیسا قاسم بۆ مانگی سێپتەمبەر

Dadgeha Behreynê piştî destpêbûna civîna dudiyan a mehkema şêx Îsa Qasim, rûhaniyê bi nav û deng ê Behrenê bêyî hizûra wî, mehkemekirina wî xiste 15 meha Îlonê.

 li gorî rapora kanala nûçan a El-Meyadîna Lubnanê, roja yekşemê mehkemekirina şêx Îsa Qasim, bêyî hizûra wî û bi serokatiya  Ebdullah El-Eşraf hat li dar xistin.

Civîna  ewilî ya mehkemekirina şêx Îsa Qasim bi tawana  dirvaşoştinê, 27 hezîrana  buhurî bêyî hizûra wî hat li dar xistin  piştî çend deyqan ew avêtin îro yekşemiyê.

Rayedarên Behreynê, şêx Îsa Qasim bi komkirina  dirav bêyî îzn û  qanûnê tawanbar kirine.

Rejîma  Alê Xelîfe vê dawiyê mafê welatîbûnê ya şêx Îsa  Qasim alimê bi nav û deg ê şîe yê behreynî betal kir ku rastî berteka tund a xelkê, partî û rûhaniyên Behreynê û mehkûmiyeta navçê û dervey navçê rûbirû bû.

Her wiha şêx Huseyn  El-Dîhî, alîkarê civata  Îslamî ay El-Wifaqa neteweyî ya Behreynê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku  her kesê  ku îsaleta şêx  Îsa Qasim şik heye, giştpirsiyê li dar xîne da ku îsaleta xelkê Behreynê û  alternatîvên neteweyî  yên wê û her wiha îsaleta şêx Îsa Qasim jêre kivş bibe. Alîkarê civata  Îslamî ya El-wifaqa neteweyî ya Behreynê li daxûyaniya xwe ragihand ku daxwazî û xwestekên xelkê naguherin û xelk paşde venakişyên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu