AsyaÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê xwest ku cehana islamê jibo piştgirîya ji misilmanên Mîyanmarê wekî erkeke komkî ya welatên islamî bibin yek

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li axavtinekê li civîna awarte ya wezîrên karên derve yên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî li bajarê Kovalalampûr paytexta Malêzyayê tevî şermezarkirina cinayetên li dijî misilmananên Mîyanmarê, got, bi saya bêdengîya mêdyayên cehanî li hemberî rewşa misilmanên Rûhîngîya, dîmenên diltezîn ên xeniqîna zarokên van misilmnan li perravên deryayê, di rêza yekem a nûçeyên mêdyayên cehanê da cih negirtine.

Mihemed Cewad Zerîf bal kişand ser bêparbûna misilmanên Rûhîngîyayê ji mafên rewa yên welatîbûn, cihêkarî, şîdet û neferta li hemberî wan û got: Sazîya Hevkarîya Islamî divê bi saya hemî imkanên xwe zorê bide ser dewleta Mîyanmarê ku mafên misilmanên Rûhîngîya berçav bigire.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha xwest ku alîkarîyên insandostîyê bi awayekî lezgîn û bêyî astengîyan jibo misilmanên Rûhîngîya bên şandinê.

Zerîf li dawîyê ji Sazîya Hevkarîya Islamî û sêkrêtêrê wê xwest ku piştgirî û alîkarîya jibo misilmanên Rûhîngîya bidomîne.

Civîna awarte ya wezîrên karên derve yên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî li gorî daxwaza Malêzyayê jibo hilkolandina rewşa misilmanên Mîyanmarê û mijara Filistînê tê lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu