ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Şêwirîna balyozê Îranê li Bexdayê tev serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê

Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê li hevdîtina bi Emar Hekîm serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê, destkevtên rewşa ewlehî û siyasî yên vî welatî û navçê hilkoland.

  Nivîsgeha  serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê roja çarşmiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku seyd Emar Hekîm serokê vê hevalbendiyê li hevdîtina tev Îrce Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: Iraq di berberê kutakirina  şerê li hember grûpa terorîst a  DAIŞ`ê û amadebûna  jibo avendakirina bajarên azadbûyî de ye.

Emar Hekîm ji helwestên Komara Îslamî ya Îranê jibo piştgiriya ji Iraqê li rawestana li ber terorîzmê spasî kir û hêvî kir ku bi destpêbûna xebata  Îrec Mescidî wek balyozê nû yê Îranê li Iraqê, hevkariyên du welatan li warên  ewlehî û siyasî û aborî bi taybet li warê geştyariya olî berfireh bibe.

Balyozê Îranê li Iraqê duh jî tev Falih El-Feyaz serokê teşkîlata Heşdê Şebî ya Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara  alugurên  navneteweyî û navçeyî bi wî ra gotûbêj kir.

Falih El-Feyaz li vê hevdîtinê ser berfirehkirina peywendiyên navbera Îran û Iraqê û xurtkirina hevkariyên du welatan jibo jinavbirina  terorîzmê tekez kir.

Balyozê nû yê Îranê li Iraqê, sêşemiyê 18`ê Nîsanê gihêşt Bexdayê.

Îrec Mescidî piştî raberkirina bawernameya xwe bo Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê, heya niha tev serokwezîr, serokê parlemanê, wezîrê karên derve, alîkarê serokkomêr û wezîrê berevaniyê yê Iraqê hevdîtin û gotûbêj kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu