ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Şêwirîna dubare ya Cabiriyê Ensarî û Beşar Ceferî li Astana Qezaqistanê

Serokên taximên Îran û dewleta Sûriyê li muzakirên aşitiyê yên vî welatî li Astana Qezaqistanê, rewşa herî dawiyê ya Sûriyê û encamên muzakirên Astanê hilkolandin.

  Sadiq Cabiriyê Ensarî, alîkarê wezîrê karên derev yê Îranê li beşa karûbarên ereban û Efrîqayê û Beşar Ceferî, serokê taxima dewleta Sûriyê roja sêşemiyê li kêleka muzakirên sûrî-sûrî li bajarê Astanê, mêhwerên roja yekim a van muzakiran bi armanca çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê hilkolandin.

Cabirî Ensarî û Beşar Ceferî pêştir jî li Astanê bi hev re li bara  van muzakiran û riyên çareserkirina  qeyrana Sûriyê hevdîtin û gotûbêj kirin.

Li muzakirên  aşitiyê ya Sûriyê li bajarê Astanê, xêncî Îranê, Rûsiye û Tirkiye wek xîmdarên civîna Astanê, Stefan De Mîstora nûnerê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê û Corc Kirol balyozê Emerîkayê li Qezaqistanê bi nuneratiya ji Waşengtonê beşdar bûne .

Mêhwera civîna du rojî ya Astanê ku roja duşemiyê destpê bûye, belgeyek jibo xurtkirin û seqamgîrkirina agirbesê li Sûriyê hatiye ragihandin.

Li gorî bernama ragihandî, biryar e Îran, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirê hevhatinnama  navokî, 29 Kanûna 2016`an  ku li Moskowayê bi beşadriya  Muhemed Cewad Zerîf, Sergeyî Lavrov û Ehmed Çawûşoglu, wezîrên karên derve yên Îran , Rûsiye û Tirkiyê hat piştrastkirin, komîsyonek jibo çavdêriya ser agirbesê li Sûriyê pêk bîne.

Di eynî demê de, televîzyona  Meyadînê ya Lubnanê ragihand: Îran, Tirkiye û Rûsiye roja sêşemiyê li bajarê Astanê Li bara bernama  sêalî bi armanca  cihanîna  agirbesê û çavdêriya wê  li Sûriyê li hev kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu