Li gorî rapora malpera Someriye Newsê, nivîsgeha serokkomariya Iarqê îro duşemê li daxûyaniyekê ragihand: Serokkomarê Iraqê Fuad Mesûm bi wezîrê karên derve Îbrahîm El-Ceferî û serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Nûrî El-Malikî re cida cida hevdîtin pêk anî û li bara alûgurên siyasî, ewlehiyê û aboriyê yên vî welatî behs û gotûbêj kiriye.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Fuad Mesûm li hevdîtina bi Îbrahîm Ceferî re di derbarê peywendiyên derve, riyên xurtkirina cih û şûna Iraqê li derûdorên navneteweyî û bidestxistina pişgiriyên navneteweyî ji bo avedankirina vî welatî gotûbêj kir.
Her wiha li hevdîtina serokkomarê Iraqê bi Nûrî Malikî re , sekreterê giştî yê partiya Îslamî ya El-Deweyê û serokê hevalbendiya dewleta Qanûnê, alûgurên siaysî û ewlehiyê yên Iarqê bitaybet pêvajoya şêr li parêzgeha Enbarê jibo azadkirina Felûcê ji destê DAIŞ`ê û qeyrana niha ya parlemana vî welatî hat hilkolandin.
Her wiha her dualiyan di derbarê projê de gotûbêj kirin û ser pêwîstiya cihanîna reforman bitaybet li qanûna hilbijartinê tekez kirin.
Rewşa siyasî ya Iarqê piştî daxwazên ji bo guhertin û reforma kabîna vî welatî aloz bûye .
şerê giran bi terorîstên DAIŞ`ê re jî ji bo dewleta vî welatî hin pirsgirêk pêk anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)