NûçeRojhilatanavin

Şêwirînên Kemal Xerazî li Iraqê

Serokê Konseya Stratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê li sefera xwe ya bo Iraqê, tev berpirsên vî welatî li bara peywendiyên dualî, meselên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir.

Li gorî rapoa IRNA`yê, Kemal Xerazî, serokê Konseya Stratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê, roja çarşemiyê li hevdîtina tev Humam Hemûdî, cîgirê serokê meclisa Iraqê, li Bexdayê, li ser dewama piştgiriya Têhranê ji Bexdayê li riya şerrê dijî grûpên têrorîst sekinî.

Cîgirê serokê meclisa Iraqê jî li vê hevdîtinê, got, yekbûna iraqiyan û berxwedana wan li hember grûpa têrorîst a DAIŞ`ê peyamekî rûn heye û iraqî dikarin li hember têrorîst û dijminan welatê xwe biparêzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu