IraqNûçeRojhilatanavin

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê: Heşda Şeibî, garantiya ewlehiya Iraqê ye

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê li rêûrismekê bi minasibeta sêyemîn salvegera damezirandina hêza Heşda Şeibî got: Şikesta DAIŞ`ê bi rêya hewl û vîna hêzên Heşda Şeibî û fîdakariyên wan jibo berevaniya ji welêt pêk tê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a ISNA`yê, Falih El Feyaz got: Terorîstên DAIŞ`ê qet wê ji Iraqê nerevin û em ê tola xwe ji wan hildin û ew yê li Iraqê bixwe têk herin.

Ebûmehdî El Muhendis, alîkarê serokê Heşda Şeibî ya Iraqê jî got: Eger piştgiriya Îranê neba, Heşda Şeibî nedigihîşte vira û li dijî terorîsmê, ev serketin bi dest nedixistin.

wî got: Hemî eşîrên iraqî bi mezheb û kêmîneyên curbicur, li nav Heşda Şeibî hene. Heşda Şeibî, qet li şerrên xwe, derveyî çarçoveya dewlet û artêşê, pêngavan ranake.

Nûnerê Iraqê li Yekîtiya Ereban jî got: Heşda Şeibî, bû rîzgarkera Iraq û cehanê.

Hebîb El Sedr, nûnerê Iraqê li Yekîtiya Ereban, li ser vê yekê sekinî ku eger Heşda Şeibî nebûya, DAIŞ`ê yê li paytextên welatên ereb karên xwe yên terorê bikirana, ji ber viya ew welatana deyndarê Heşda Şeibî ne.

Emar Hekîm, serokê Hevalbendiya Neteweyî, tevgera siyasî ya herîmezin a Iraqê jî îro sêşemiyê li şahiya sêyemîn salvegera damezirîna Heşda Şeibî, destnîşan kir: Yekbûna Iraqê hêla sor e û em desta ji wê bernadin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu