NûçeRojhilatanavinSûriye

Operasyona taybet a artêşa Sûriyê li navçeyên curbicur ên Helebê

Artêşa Sûriyê, operasyona leşkerî ya jibo azadkirina navçeyên curbicur ên Helebê li bakûrê Sûriyê ji bin lepên teroirîstan dest pê kiriye.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya kanala televîzyonî ya El Meyadîn a Libnanê, artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê, operasyonekê jibo paqijkirina hin beşên taxa Zahiye El Esedê ji bin lepên terorîstan dest pê kirin.

Hêzn artêşa Sûriyê, herwiha hevgavê balafirên cengî yên rûsî, li hember  êrişên terorîstan ser mêhwerên curbicur ên li Helebê û ji wan Cimaeta El Zehrayê, sekinîn.

Nûçeya din eva ye ku hêzên sûrî, navçeyên nû yên li derdora bajaroka pêşeyî ya bakûrê Helebê, girtin destê xwe û gundên Til Sasîn, Til Şeîr, El Safîn û Kefer Qarsê û karistana simîtê li navçeya El Muslimeyê, ji destê terorîstan derxistin.

Li gorî nûçeyeka din a ji Sûriyê, artêşa Sûriyê û hêzên hevgirtiyê wê, desthilatdariya xwe ser navçeyên Til Şeîr û Medreset Ul Meşahê li dorhêla bakûrî ya Helebê, berfireh kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu