Fermandeyê odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê hişyarî da Amerîkayê

Fermandeyê odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê, hişyarî da Amerîkayê ku eger ev welata hêlên sor derbas bike û êrişên xwe bidomîne, wê bêdengî û xweragiriyên van hêzana berdewam nebin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ehmed Ebdullah, fermandeyê odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê, li gotûbêja bi kanala libnanî ya El Meyadînê, bal kişand ser êrişa hewayî ya hevalbendiya amerîkî ser hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li navçeya çolî ya li başûra vî welatî û got: Ev êrişa, berteka herî baş li ser derew û durûtiyên Amerîkayê di warê şerrê dijî terorîsmê ye.
Odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê jî, bi weşandina daxuyaniyekê, vî karê Amerîkayê bixeter wesif kir û destnîşa n kir komên terorîst û li serê wan de DAIŞ, amûrek di destê Amerîkayê da ne ku bi hevkariya Siyonîstan, pêk hatine.
Artêşa Amerîkayê, sêşemiyê ragihand hêzên hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê, li êrişeka nû, pêgehên hêzên li navçeya sînorî ya El Tenefê li başûrê vî welatî ku dewleta sûriyê, pişta wan digire, dan ber êrişan.
Balafirên cengî yên hevalbendiya amerîkî, 18`ê meha Gualnê jî karewanekî leşkerên Sûriyê û hevpeymanên wan li çol û bereyên başûrê vî welatî dan ber bombeyan ku di encamê de çend leşkerên sûrî hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)