Şêwirmenê İmam Eli Xameneî li karûbarên navneteweyî got: “Gotinên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li civata giştî ya NY jibo cebiarndina işkestên vî welatî li hember Komara Îslamî ya Îranê bû“.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li axiftina xwe li 72emîn civîna civata giştî ya NY, rêketinnama navokî hevhatineke bixof û sedema serşûriyê jibo welatê xwe da zanîn û cardinê îdiaya piştgiriya Îranê ji terorîzmê kir.
Elî Ekber Wilayteî çarşemiyê şevê li gotûbêja kanala 1ê ya televîzyoan Îranê, armanca Trump ji vê axiftinê dilgerimkirina hevpeymanên navçeyî yên Waşengtonê da zanîn û got : “Ev gotin ne tenê sedema şermezariya hemî cîhanê ye belkê gelê Emerîkayê jî ji van gotinên Trump şerm dikin“.
Wilayteî bal kişand ser vê yekê ku gotinên Trump nayên berevanîkirin û destnîşan kir: “Eger Emerîka bixweze rêketinnama navokî binpê bike jibo Îranê vegeryana bo serdema berî rêketinnama navokî pir hêsan e û Emerîka ticarî nikarê gefê li Îranê bixwe“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)