NûçeRojhilatanavinSûriye

Şewitandina daristanên Efrînê ji aliyê terorîstên ASA yê ve berdewam e

Li bajarê Efrînê şewtandina dar û daristana ji aliyê grûbên ser bi opozîsyona Sûriyê ve berdewame.

Îro jî Çiyayên Xastiya li navçeya Mabeta li derdora gundê Hec Hesna hat şewitandin

Berî niha jî agir bi daristanên navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê ket û heya demeke dirêj, ew agir nehat vemirandin.

Di roja 23ê vê mehê de, Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, ku li gundê Mersawa yê navçeyan Bilbilê agir bi zeviyekî darên zeytûnan ket û bêtirî hezar û 200 darên wî zevî şewitîn.

Tevî ku ewqas agir bi dar û daristanên Efrînê dikevin, lê artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ti carî bizava vemirandina wan agiran nakin.

Başa dön tuşu