İslami Davet Kurdi Bange İslami

Şex Ehmed Tayîb: Sivikatîkirina li pêxemberan, ne azadiya fikr û ramanan e

Şêxê Zanîngeha El Ezher a Misirê ragihand; sivikatîkirina li pêxemberan azadiya fikr û ramanan nîne, berevajî vê, bangeşe û zêdekirina rik û tundrewiyê û jinavbirina hemû nirxên mirovahî û şaristaniyê ye.

Ehmed Tayîb, Şêxê Zanîngeha El Ezherê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê ragihand: “Pêxemberê me, silavên Xwedê lê bin, ji bo me ji canên me rûmettir e. Sivikatîkirina li cenabê wî yê mezin azadiya fikr û ramanan nîne. Ev bangeşe û zêdekirina rik û tundrewî û jinavbirina hemû nirxên mirovahî û şaristaniyê ye. Hincetên ji bo vî karî bi bangeşeya parastina azadiya fikr û ramanan, fêmkirineke pûç e li ser cudahiya navbera mafê azadiya fikr û ramanan û tawana li ser heqê mirovahiyê.”

Kovara Charlie Hebdo ya Fransî di hejmara xwe ya herî dawî de careke din ew karîkatur belav kirin, ku di sala 2015an de ji aliyê çend karîkaturîstên kovarê ve hatibûn xêzkirin û pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (S) weke karakterekî “terorîst” nîşan dabûn û vê yekê nerazîbûna alema Îslamê li pey xwe anîbû û du kesan êrîşî avahiya kovarê kiribûn û hejmarek karmendên kovarê kuştibûn.

Exit mobile version