AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û wezîrê karên derve yê Norvejê li Oslowê

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û wezîra karên derve ya Norvejê li kêleka civîna Oslowê hevdîtin û gotûbêj kirin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Elî Ekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li hevdîtina Înê Êrîkson Sorîd wezîra karên derve ya Norvejê got ku  kiryara welatên ewrûpî ji bo rawestana li ber siyasetên  bi dijminatî yên Emerîkayê li hember rêketina navokî têrê nake û got: Parastina  vê hevhatinê maye ser rawestana cidî û eşkere  li hember siyasetên  Trump bi taybet ji riya Yekitiya Ewrûpayê.

Salihî her wiha  daxwaza berfirehkirin û xurtkirina zêdetir a peywendiyên navbera îran û Norvejê  bi taybet li warên  aborî, xebitandina  sermayê û ticarî kir.

Înê  Êrîkson Sorîd jî li vê hevdîtinê  bal kişand ser  vê yekê ku  Norvej ji hewldanên Yekitiya Ewrûpayê ji bo parastina rêketian navokî  piştgiriyê dike û serkinîna  hemî aliyan ser cihanîna  berpirsiyariyên xwe pêwîst da zanîn.

Elîekber Salihî roja duşemiyê ser deweta dewleta Norvejê û ji bo beşdariya li civîna  Slofiromê bi taximekê re sefera Norvejê kir.

Civîna Slowfiromê her sal bi  beşdariya  navbeynkar, berpirs û  xîmdarên  aşitîyê û karzanên  navneteweyî bi ramanca  hilkolandina  pevçûnên li cîhanê û raberkirina  hin rêçareyan ji bo kutakirina  wan, li Oslowa paytexta Norvejê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu