BehreynNûçeRojhilatanavin

Şêx Îsa Qasim: Ereban Quds bi buhayeke kêm firotin

Şêx Îsa Qasim rûhaniyê bi nav û deng ê behreynî Îmam Xumeynî(R) wek mezinên herî serfiraz ê Îslamê piştî Îmamên Mesûm(S) da zanîn û tekez kir ku ereban ji ber zextên biyaniyan Quds bi buhayeke erzan firotin.

Li gorî rapora Tesnîm Newsê, şêx Îsa Qasim li yek ji xutbên nimêja îniyê li mizgevta Îmam Sadiq (s) li navça El-Deraza Behreynê li bara Îmam Xumeynî(R) got: Îmam Xumeynî(R) yek ji mezinên herî serbilind li umeta Îslamê piştî Mesûman (s) û yê herî micid li warê ilm û îmanê û baweriyê bû.

Wî got : Îmam Xumeynî yek ji camêrên herî mezin ê olê li warê mayîndebûna jibo berevaniya ji heqê û xwediyê rih û canê herî paqij bû.

Şêx Îsa Qasim tekez kir: Îmam Xumeynî li riya berevaniya ji mektebê pir cangorî û fîdakar bû û jibo umetê û yekitiya wan ji dil û can xebitî.

Şêx Îsa Qasim li beşeke din ji gotinên xwe bi munasibeta hatian roja cîhanî ya Qudsê got : Roja cîhanî ya qudsê roja Filistînê ye ku piraniya hikûmetên ereb ev ji bîr kirine an ji ber peyrewiya biyaniyan Quds bi buhayeke kêm firotine.

Rêzgirtina mesela Filistînê û nirxa qudsê û mizgevta Eqsayê li fikr û û vîjdana umeta Îslamî zindî dike. rezîlî û sivikatiya helwesta ereban rojbirojê zêdetir dibe û rojbirojê paşde dimînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu