LubnanNûçeRojhilatanavin

Şêx Nebîl: Berxwedan pêşnegê rawestana li ber vê plana emerîkî ye

Endamê Konseya navendî ya Hizbullah Lubnanê, plana danûstandina sedsalê wek gefeke rasterast li hember ewlehiya stratejîka Lubnanê da zanîn û got: Berxwedan pêşnegê rawestana li ber vê plana emerîkî ye.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, şêx Nebîl Qawoq endamê konseya  navendî ya  Hibzulaha Lubnanê roja duşemiyê destnîşan kir ku berxwedan keleke xurt li hember kiryarên  kavilkir ên Emerîkayê û Îsraîlê û gefên  Rejîma Siyonîstî ye.

Şêx Qawoq destnîşan kir ku Normalkirina  peywedniyên  Erebistana Siûdî û welatên  kendava Farsê bi Îsraîlê re weke  serşoriyekê bo umeta Îslamî û xeterek bo Filistînê û ewlehiya  welatên erebî ye.

Endamê Konseya  navendî ya Hizbullah Lubnanê, her wiha got: Qeyrana  pêkanîan kabîna Lubnanê herî zêde bûye û dewleta  li dû çareserkirina   vê meselê nîne.

Şêx Qawoq destnîşan kir ku ku Sed Herîrî serokwezîrê peywirdarê pêkanîna kabînê naxwaze ku encamên hilbijartinê ku mudaileyek nû pêk aniye û suneyên  serbixwe  kirine wek beşek ji muadilê, qebûl bike lê eva mafek e ku  sindûqên  dengan  bo suniyên  serbixwe pêk aniye û Hizbullah jî piştgiriya vê mafê dike.

Piştî  pêkanîna  parlemana  nû ya Lubnanê , Sed Herîrî, 24 Gulana 2018`an  piştî bidestxistina  piraniya  meclisê ji aliyê Mîşel Ewn serokkomarê  Lubnanê wek peywirdarê pêkanîan kabînê hat nasandin lê ji ber  bêtifaqiyên  komên lubnanî  li bara  par û  nijyara  kabînê û zextên  derveyî ev peywirdariya  neghêştiye  encamê.

Başa dön tuşu