Endamê Konseya navendî ya Hizbullah Lubnanê, plana danûstandina sedsalê wek gefeke rasterast li hember ewlehiya stratejîka Lubnanê da zanîn û got: Berxwedan pêşnegê rawestana li ber vê plana emerîkî ye.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, şêx Nebîl Qawoq endamê konseya navendî ya Hibzulaha Lubnanê roja duşemiyê destnîşan kir ku berxwedan keleke xurt li hember kiryarên kavilkir ên Emerîkayê û Îsraîlê û gefên Rejîma Siyonîstî ye.
Şêx Qawoq destnîşan kir ku Normalkirina peywedniyên Erebistana Siûdî û welatên kendava Farsê bi Îsraîlê re weke serşoriyekê bo umeta Îslamî û xeterek bo Filistînê û ewlehiya welatên erebî ye.
Endamê Konseya navendî ya Hizbullah Lubnanê, her wiha got: Qeyrana pêkanîan kabîna Lubnanê herî zêde bûye û dewleta li dû çareserkirina vê meselê nîne.
Şêx Qawoq destnîşan kir ku ku Sed Herîrî serokwezîrê peywirdarê pêkanîna kabînê naxwaze ku encamên hilbijartinê ku mudaileyek nû pêk aniye û suneyên serbixwe kirine wek beşek ji muadilê, qebûl bike lê eva mafek e ku sindûqên dengan bo suniyên serbixwe pêk aniye û Hizbullah jî piştgiriya vê mafê dike.
Piştî pêkanîna parlemana nû ya Lubnanê , Sed Herîrî, 24 Gulana 2018`an piştî bidestxistina piraniya meclisê ji aliyê Mîşel Ewn serokkomarê Lubnanê wek peywirdarê pêkanîan kabînê hat nasandin lê ji ber bêtifaqiyên komên lubnanî li bara par û nijyara kabînê û zextên derveyî ev peywirdariya neghêştiye encamê.