ErebîstanFilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Şêx Nebil Kavuk: Normalîzebûna têkiliyên Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin a li ser Libnan û Filistînê ye

Endamê Konseya Navendî yê Hizbullahê Şêx Nebil Kavuk di axaftina xwe de got: “Siûdî bi awayekî eşkere hewl didin ku Hizbullah di Lijneya Wezîran a hikûmeta nû de cih negire. Lê ew hêza Siûdî ku bikaribe me asteng bike tuneye. Hizbullah bi awayekî bi hêz dê wezîrên xwe têxe lijneyê. Libnan ne cihekî ku Siûdî bi berxwedanê bi dest bixin e. Libnan wê her li ber xwe bide.”

Nebil Kavuk di berdewamiya axaftina xwe de got: “Normalîzebûna têkiliyên Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin a li ser Libnan û Filistînê ye. Piştî xelkê Filistînê wê hemwelatiyên libnanî ji vê peymana sedsalane zirarê bibînin. Peymana herdu welatan ji bo demografî, polîtîk û leşkerî wê tehdîdeke mezin çêbike. Ji bo tekoşîna sedsalî divê em hêza xwe ya polîtîk û siyasî zêde bikin.”

Kavuk di dirêjiya axaftina xwe de got: “Piştî serkeftina hilbijartina Parlamantoya Libnanê, xelk ji hêla nêrîna polîtîk ve bihêztir bûye û dikare li hemberî talûke û zahmetiyan tekoşîneke bihêz bide.”

Başa dön tuşu