LubnanNûçeRojhilatanavin

Şêx Neîm Qasim: Cîhê Hizbullah di nav dil û mejiyê tevahiya libnaniyan da ye

Alîkarê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Li hilbijartina parlimanî ya Libnanê Hizbullah xwedan cîgeheka taybet li nav xelkê ye û ji ber sekinîna li hemberî Israîlê, di nav dil û mejiyê tevahiya libnaniyan û tevgerên siyasî da ye.

Alîkarê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê, şêx Neîm Qasim roja Duşemiyê li axaftinekê bi boneya destpêbûna fermî ya çalakiyên hilbijartinê yên vê tevgerê, got: Hin welat li dû kêmkirina pişk û para Hizbullahê û lawazkiirna hebûna wê li pêvajoya hilbijartina parlimanê ne û dixwazin ku bi vî karî derbê li Bereya Berxwedanê bixin, lê divê bizanin ku ewna tam di nav şaşitiyan in.

Şêx Neîm Qasim destnîşan kir: Ev welatana hew dikarin hevsengiyên hilbijartinê biguherînin; Ji ber ku nêrîna giştî li Libnanê hevtûşê parastina welêt û azadiya gel e û Hizbullah jî di vê rêkê da û hevtûşê dabînkirina berjewendiyên gel û avakirina pêşeropja nifşên din pêngavan radike.

Endqamê pileberz ê Hibullaha Libnanê û Alîkarê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Hizbullah kursiyên parlimanê wek darê destan û amûrekê bi kar nayne û li dorên pêşîn ên hilbijartinê rastî û xebat û hewildana xwe ji bo serêxwegirtina daxwqazên xelkê nîşan daye.

Alîkarê sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê di dewama axaftina xwe da her wiha got: Hizbullaha pêşengê Berxwedanê ye û pişk û para xwe li damezirandina dewletê heye û bi hebûna xwe ya li nav dewletê, bona xurtkirina nirx û cîgeha Libnanê hewilê dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu