ÎranLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Şêx Neîm Qasim: DAIŞ berhema Emerîkayê ye

Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê bal kişand ser vê yekê ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berhema Emerîkayê ye û destnîşan kir: Waşengton bi riya DAIŞê li dû sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Sûriyê bû.

Şêx Neîm Qasim li hevpeyvîna tev kanala nûçan a Russia Todeyê bal kişand ser vê yekê ku siaysetên Emerîkayê li Sûriyê û anvçê işkest xwariye û got: Waşengtonê dixwest DAIŞê jibo siyasetên xwe bixebitîne lê niha ev grûpa terorîstî bûye weke gefekê bo Emerîkayê.

Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê wekî rêberekî bibandor da zanîn ku welatê xwe li serdema dijwar a cengê bibaşî kontrol kiriye û got: Emerîkayê dixwest jibo parastina berjewendiyên Îsraîlê, helwesta Sûriyê li hember mêhwera berxwedanê biguhere lê işkest xwar.

Alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, şêx Neîm Qasim her wiha destnîşan kir: Hevkariya bibandor di navbera Sûriye, Rûsiye, Îran û Hizbullahê bûye sedem ku piraniya navçên Sûriyê ji lepên grûpaên terorîstî bên azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu