FilistînNûçeRojhilatanavin

Şêx Sabrî: Ji bo vê yekê ereb û misilman bê deng in, ev jî meriv xemgîn dike

Li Mescida Eqsayê nêzî Deriyê Şêran piştî nimêja eşayê Îsrailê midaxaleyî cimaetê kir û Serokê Heyeta Îslamê ya Qudsê û Xetîbê Mescida Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî jî birîndar bû û piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derket.

Şêx Sabrî piştî ku tabûrcî bû hevpeyvîna ewil da Ajansa Anadoluyê (AA).

Şêx Sabrî qala bûyerê kir û wiha got: “Ji bo nimêja eşayê em gelek kes li deriyê El-Esbatê civiyan. Berî nimêjê axaftinên xweş hatin kirin, sirûd hatin gotin û dia hatin kirin.”

Şêx Sabrî diyar kir, polêsê Îsrailê piştî nimêjê êrişî cimaetê kir û wiha dewam kir:

“Piştî nimja eşayê, bombeyên deng hatin teqandin. Bi fîşengên plastîk va êrîşî cimaetê kirin. Îzdiham çêbû û hin kes birîndar bûn. Ez jî bi fîşenga plastîk birîndar bûm. Piştra min birine nexweşxaneyê, şikir ez vê gavê baş im, di bedena min da tu şikestin û birîneke cidî tuneye.”

Şêx Sabrî diyar kir, Îsrail statuya Mescida Eqsayê dike hedef û “dedektorên lêgerînê yên metal” bi deriyan va dike, filistînî vê yekê qebûl nakin. Şêx Sabrî wiha dewam kir: “Qudsî ji bo parastina Mescida Eqsayê wê berxwedanê bidomînin. Bertekên li dijî dedektorên ku hêzên Îsrailê bi deriyên Harema Şerîf va kirin, wê bidome. Heta ev cîhaz neyên rakirin, ew ê li ser rêyên ku diçin Mescida Eqsayê nimêj bikin. Îsrail heta roja înê van cîhazan raneke, filistînî wê têkoşîna xwe bidomînin.”

Şêx Sabrî diyar kir, ji bo vê yekê ereb û misilman bê deng in, ev jî meriv xemgîn dike.

Ji ber ku hêzên Îsrailê dedektorên metal ên elektronîk bi deriyên Mescida Eqsayê va kirin, filistîniyan ji bo vê protesto bikin nimêja eşayê li nêzî deriyê El-Esbatê kirin û hêzên Îsrailê duh midaxaleyî cimaetê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu